Journals / Şarkiyat / 2021 / Cilt: 13 - Sayı: 3

XEBERDANA ZIMANÊ KURMANCÎ YA MELA MEHMÛDÊ BAZÎDÎ

Journal
Şarkiyat
Pages
1058–1069
Publication Date
2021-12-30
DOI
—
🏛️Bibliographic metadata and full text access for this article are provided via DergiPark.
DergiPark Record ↗
✨

AI Summary & Key Takeaways

AI Insight
⚡ TL;DR(Too Long; Didn't Read)

Herweha, hêja ye ku berhem digel cureyên hevoka kurdî, ji alîyê hin mijarên rêzimanê yên wek hevok, navdêr, gire, tewang, hevwate, dijwate, zayend, cihnav, rengdêr, ravek, dem, hoker, gihanek, xalbendî, peyvnasî, dengnasî û alfabeyê ve bê vekolîn.

📌 3 Key Takeaways

🎯
Objective & Hypothesis:Kurte Yek ji berhemên resen ên koleksîyona Aleksandre Jabayî ku em di vê xebatê da nasandina wê dikin, Xeberdana Zimanê Kurmancî ye ku hin piratîkên axaftina kurmancîyê dihewîne.
📊
Key Findings & Data:Berhem ji alîyê Mela Mehmûdê Bazîdî ve di sala 1865an da li Erziromê hatîye nivîsîn.
💡
Conclusion & Impact:Herweha, hêja ye ku berhem digel cureyên hevoka kurdî, ji alîyê hin mijarên rêzimanê yên wek hevok, navdêr, gire, tewang, hevwate, dijwate, zayend, cihnav, rengdêr, ravek, dem, hoker, gihanek, xalbendî, peyvnasî, dengnasî û alfabeyê ve bê vekolîn.
🔬Design:Research Article
📍Scope:Comprehensive Sample
⚙️Variables:Mela Mehmûdê Bazîdî · Aleksandre Jaba · Kurdî

Özet

Kurte Yek ji berhemên resen ên koleksîyona Aleksandre Jabayî ku em di vê xebatê da nasandina wê dikin, Xeberdana Zimanê Kurmancî ye ku hin piratîkên axaftina kurmancîyê dihewîne. Berhem ji alîyê Mela Mehmûdê Bazîdî ve di sala 1865an da li Erziromê hatîye nivîsîn. Ev berhema ku bi mebesta hînkirina zaravayê kurdîya kurmancîyê hatîye sazkirin, di derbarê qadên cihê yên jîyanê da pirsyaran û bersivên wan îhtîwa dike. Digel ku ji bo hînkirina kurmancîyê hatîye amadekirin, tê da rêziman tune ye. Pirtûk, ji alîyê Aleksandre Jabayî ve hem hatîye latînîzekirin û hem jî di bin navê “Dialogues Entre Deux Kurdes”ê (Xeberdana Di Navbera Du Kurdan Da) da hetîye wergêrîn. Destxet ji alîyê fîzîkî ve baş xuya dike, deforme nebûye. Li ser rûpelên vê berhemê, ku bi kurdîya erebîyê hatîye nivîsîn, werger û latînîzekirina Jabayî û notên wî hene. Berhem ji 86 rûpelan, anku ji 43 wereqan pêk tê. Destxet, hin mijarên wek silavdayîn, hevnasîn, alîkarî, eşîret, eqreba, zewac, zar û zêç, ajel, temen, danûstandin, tenduristî, ol, sond, navên rojan, navên welatan, hejmar, pere û seyahetê di nava dîyalogan da pêşkêş kirîye. Herweha, hêja ye ku berhem digel cureyên hevoka kurdî, ji alîyê hin mijarên rêzimanê yên wek hevok, navdêr, gire, tewang, hevwate, dijwate, zayend, cihnav, rengdêr, ravek, dem, hoker, gihanek, xalbendî, peyvnasî, dengnasî û alfabeyê ve bê vekolîn.

🔖

Cite This Article

AYDIN, T. (2021). XEBERDANA ZIMANÊ KURMANCÎ YA MELA MEHMÛDÊ BAZÎDÎ. Şarkiyat, Cilt: 13 - Sayı: 3, 1058–1069. https://ajindex.com/articles/394143

📄 Full Text PDF Viewer

📄

PDF görüntüleyici hazırlanıyor...

References (3)

  1. ÇAVKANÎ Aydın, Tahirhan, “Sefheî Sibyan a Mela Mehmûdê Bazîdî”, Nûbihar Akademî, sal: 5, jimar: 10, (2018), 103-128.
  2. Aydın, Tahirhan, “Berhemeke Bênav a Mela Mistefa: ‘Rahênanên Zimanê Kurdî’ yan jî ‘Exercices Dela Langue Kurde”, Nûbihar Akademî, sal: 6, jimar: 11, (2019), 145-157.
  3. Aydın, Tahirhan, “Qewa‘îdêd Serfa Kurdî I, II ya Mela Mehmûdê Bazîdî”, Nûbihar Akademî, sal: 6, jimar:12, (2019), 89-98. Bazîdî, Mela Mehmûd, Qewa‘îdêd Serfa Kurdî I, II, (Nusxeya dijîtal, Arşîva A. Jaba, Pirtûkxaneya Akademîya Zanistan, St. Petersburg, Rûsya, No: Kurd46, Erzirom, 1866). Bazîdî, Mela Mehmûd, Tuhfetu’l-Xullan fî Zimanî Kurdan, (Nusxeya dijîtal, Arşîva A. Jaba, Pirtûkxaneya Akademîya Zanistan, St. Petersburg, Rûsya, No: Kurd08, Erzirom, 1866). Bazîdî, Mela Mehmûd, Xeberdana Zimanê Kurmancî, (Nusxeya dijîtal, Arşîva A. Jaba, Pirtûkxaneya Akademîya Zanistan, St. Petersburg, Rûsya, No: Kurd50, Erzirom, 1865). Jaba, Aleksandre, Catalogue De Manuscrits Kurdes, (Nusxeya dijîtal, Arşîva A. Jaba, Pirtûkxaneya Akademîya Zanistan, St. Petersburg, Rûsya, No: Kurd53). Jaba, Aleksandre, Dialogues Entre Deux Kurdes, (Nusxeya dijîtal, Arşîva A. Jaba, Pirtûkxaneya Akademîya Zanistan, St. Petersburg, Rûsya, No: Kurd50, Erzirom, 1865). Mela Mistefa, Rahênanên Zaimanê Kurdî / Exercices Dela Langue Kurde, (Nusxeya dijîtal, Arşîva A. Jaba, Pirtûkxaneya Akademîya Zanistan, St. Petersburg, Rûsya, No: Kurd48, Erzirom, 1860). Rudenko, Margarita Borisovna, Nasandina Koleksîyona Destxetên Kurdî yên li Lenîngradê, (Çapxaneya Edebîyata Rojava, Moskova, 1961.) (Orîjînala pirtûka Rodenko: Руде́нко Маргари́та Бори́совна, Описание курдских рукописей ленинградских собраний, Издательство Восточной Литературы, Mockba, 1961.)