Dergiler / Nubihar Akademi / 2019 / Cilt: 4 Sayı: 11

“Berhemeke bênav a Mela Mistefa: “Rahênanên Zimanê Kurdî” yan jî “Exercices Dela Langue Kurde”

Tahirhan Aydın(MARDIN ARTUKLU UNIVERSITY/TURKEY, INDIANA UNIVERSITY/USA)0000-0002-2586-2956
Sayfa
145–157
Yayın Tarihi
2019-12-30
🏛️Bu makalenin bibliyografik verileri ve tam metin bağlantısı DergiPark üzerinden sağlanmıştır.
DergiPark Kaydı ↗
✨

Yapay Zeka Hızlı Bakış & Çıkarımlar

AI Insight
⚡ TL;DR(1 Cümlede Hızlı Çıkarım)

Digel ku berhem rasterast li ser rêzimanê ne sekinîye jî, mirov dikare berhemê ji alîyê navdêr, lêker, hemwate, dijwate, zayend, cînav, rengdêr, ravek, dem, daçek, gihanek, xalbendî, alfabe, dengnasî, peyvsazî, hevoksazî û hwd. binirxîne.

📌 3 Maddede Bu Makale

🎯
Amaç & Hipotez:KURTE “Berhemeke bênav a Mela Mistefa: “Rahênanên Zimanê Kurdî” yan jî “Exercices Dela Langue Kurde ”.
📊
Temel Bulgular & Veri:Sala 1860î li Erzurûmê hatiye amadekirin.
💡
Sonuç & Katkı:Digel ku berhem rasterast li ser rêzimanê ne sekinîye jî, mirov dikare berhemê ji alîyê navdêr, lêker, hemwate, dijwate, zayend, cînav, rengdêr, ravek, dem, daçek, gihanek, xalbendî, alfabe, dengnasî, peyvsazî, hevoksazî û hwd. binirxîne.
🔬Tür:Araştırma Makalesi
📍Kapsam:Genişletilmiş Akademik Örneklem
⚙️Değişkenler:Rahênanên Zimanê Kurdî · Exercices Dela Langue Kurde · Rahênanên Zimanê Kurdî

Özet

KURTE “Berhemeke bênav a Mela Mistefa: “Rahênanên Zimanê Kurdî” yan jî “Exercices Dela Langue Kurde ”. Ev xebat, danasîna destxetekê dike. Berhem derheqê hîndekarîya kurmancî da ye û di koleksiyona Aleksandre Jaba da cih digire. Nivîskar navek li berhema xwe nedaye, herwiha navê xwe jî li ser berhemê ne nivîsîye. Lê Jaba, li ser berga berhemê bi frensî “ Exercices Dela Langue Kurde ” nivîsîye ku ev nav bi wateya “Rahênanên Zimanê Kurdî” ye û naveroka berhemê zelal dike. Loma me jî ji bo danasîna berhemê ev nav guncav dît. Derheqê berhemê da agahîyeke din jî ev e ku Jaba bixwe navê nivîskar li ser bergê wek Mella Moustapha nivîsîye. Ev destxet, ji bo hînkirina zaravayeke kurdî, kurmancî ye. Sala 1860î li Erzurûmê hatiye amadekirin. Ji teqdîma nêzî 800 hevokên kurt pêk tê. Lê belê berhem ne tenê ji hevokên ku Mela Mistefa amade kirine, pêk tê. Jaba pêşî van hevokan yekûyek latînîze kiriye paşê jî frensîya hevokan nivîsîye. Berhem li Pirtûkxaneya Akademîya Zanistan a Rûsyayê ( The Library of the Russian Academy of Sciences) di nav koleksîyona Aleksandre Jaba da ye. Nusxeyeke din a berhemê tuneye. Berhem li ser defterekê hatiye nivîsîn û ji alîyê fîzîkî ve baş dixuye. Berhem ji 51 wereqan (101 rûpel) pêk hatiye. Her rûpel ji 3 sitûn û 8 rêzan pêk tê. Di destxetê da tenê hevokên hêsan, basît û kurt hatine pêşkêşkirin. Bi giştî hevokên navdêrî û yên lêkerî ne. Exleb hem erênî hem jî nerênîya hevokan li pey hev hatine rêzkirin. Ango hevokên hevedûdanî, kompleks û yên pêgirtî tunene. Digel ku berhem rasterast li ser rêzimanê ne sekinîye jî, mirov dikare berhemê ji alîyê navdêr, lêker, hemwate, dijwate, zayend, cînav, rengdêr, ravek, dem, daçek, gihanek, xalbendî, alfabe, dengnasî, peyvsazî, hevoksazî û hwd. binirxîne.

Abstract

“Berhemeke bênav a Mela Mistefa: “Rahênanên Zimanê Kurdî” yan jî “Exercices Dela Langue Kurde ”. Ev xebat, danasîna destxetekê dike. Berhem derheqê hîndekarîya kurmancî da ye û di koleksiyona Aleksandre Jaba da cih digire. Nivîskar navek li berhema xwe nedaye, herwiha navê xwe jî li ser berhemê ne nivîsîye. Lê Jaba, li ser berga berhemê bi frensî “ Exercices Dela Langue Kurde ” nivîsîye ku ev nav bi wateya “Rahênanên Zimanê Kurdî” ye û naveroka berhemê zelal dike. Loma me jî ji bo danasîna berhemê ev nav guncav dît. Derheqê berhemê da agahîyeke din jî ev e ku Jaba bixwe navê nivîskar li ser bergê wek Mella Moustapha nivîsîye. Ev destxet, ji bo hînkirina zaravayeke kurdî, kurmancî ye. Sala 1860î li Erzurûmê hatiye amadekirin. Ji teqdîma nêzî 800 hevokên kurt pêk tê. Lê belê berhem ne tenê ji hevokên ku Mela Mistefa amade kirine, pêk tê. Jaba pêşî van hevokan yekûyek latînîze kiriye paşê jî frensîya hevokan nivîsîye. Berhem li Pirtûkxaneya Akademîya Zanistan a Rûsyayê ( The Library of the Russian Academy of Sciences) di nav koleksîyona Aleksandre Jaba da ye. Nusxeyeke din a berhemê tuneye. Berhem li ser defterekê hatiye nivîsîn û ji alîyê fîzîkî ve baş dixuye. Berhem ji 51 wereqan (101 rûpel) pêk hatiye. Her rûpel ji 3 sitûn û 8 rêzan pêk tê. Di destxetê da tenê hevokên hêsan, basît û kurt hatine pêşkêşkirin. Bi giştî hevokên navdêrî û yên lêkerî ne. Exleb hem erênî hem jî nerênîya hevokan li pey hev hatine rêzkirin. Ango hevokên hevedûdanî, kompleks û yên pêgirtî tunene. Digel ku berhem rasterast li ser rêzimanê ne sekinîye jî, mirov dikare berhemê ji alîyê navdêr, lêker, hemwate, dijwate, zayend, cînav, rengdêr, ravek, dem, daçek, gihanek, xalbendî, alfabe, dengnasî, peyvsazî, hevoksazî û hwd. binirxîne.

🔖

Bu Makaleye Atıf Yap

Aydın, T. (2019). “Berhemeke bênav a Mela Mistefa: “Rahênanên Zimanê Kurdî” yan jî “Exercices Dela Langue Kurde”. Nubihar Akademi, Cilt: 4 Sayı: 11, 145–157. https://doi.org/10.55253/nubihar.623606

📄 Tam Metin PDF Okuyucu

📄

PDF görüntüleyici hazırlanıyor...

Kaynakça (6)

  1. Bazîdî, Mela Mehmûd, (1866). Qewa‘îdêd Serfa Kurdî I, II, nusxeya dijîtal a arşîva A. Jaba a li Petersburgê, li Pirtûkxaneya Akademîya Zanistan a Rûsyayê, No: Kurd46, Erzurûm.
  2. Bazidî, Mela Mehmûd, (1866). Tuhfetu’l-Xullan fî Zimanî Kurdan, nusxeya dijîtal a arşîva A. Jaba a li Petersburgê, li Pirtûkxaneya Akademîya Zanistan a Rûsyayê, No: Kurd08, Erzurûm.
  3. Celalî, Murad, (2016). "Kedkarekî Kurdolojiyê August Jaba", Nûbihar, sal. 24, cild.20, hj. 136, rr. 18-25.
  4. Jaba, Aleksandra, Catalogue De Manuscrits Kurdes, nusxeya dijîtal a arşîva A. Jaba a li Akademîya Zanistan a Petersburgê, No: Kurd53.
  5. Mela Mistefa, (1860). Rahênanên Zimanê Kurdî (Exercices Dela Langue Kurde), nusxeya dijîtal a arşîva A. Jaba a li Petersburgê, li Pirtûkxaneya Akademîya Zanistan a Rûsyayê, No: Kurd48, Erzurûm.
  6. Rudenko, Margarita Borisovna, (1961). Danasîna Koleksîyona Destxetên Kurdî yên li Lenîngradê, Çapxaneya Edebiyata Rojava, Moskova. (niv.) (Orîjînala pirtûka Rodenko: Руде́нко Маргари́та Бори́совна, Описание курдских рукописей ленинградских собраний, Издательство Восточной Литературы, Mockba, 1961.)