Journals / The Journal of Mesopotamian Studies / 2016 / Cilt: 1 - Sayı: 1
HELBESTVANÊN KLASÎK JI PERSPEKTÎFA HERÊMÎ: NIMÛNEYA HERÊMA BEDLÎSÊ
- Pages
- 33–56
- DOI
- —
Özet
Heta niha xebatên ku li ser tarîxa edebiyata kurdî ya klasîk hatine kirin, wek rêbaz bi piranî di çarçoveya diyardeya zeman û perspektîfa kronolojîk de mane. Lêbelê di tesbîtkirina tarîxa edebiyata klasîk de diyardeya mekan û perspektîfa herêmî jî rêbazên girîng in. Di edebiyata kurdî ya klasîk de herêma Bedlîsê ji bo perspektîfa herêmî nimûneyeke girîng e. Di serdema mîrektiyan de desthilatdariya mîrektiyên Bedlîs û Hîzanê û di serdema piştî mîrektiyan de jî hebûna medrese û tekyayên girîng, ji bo derketin û pêşketina edebiyata kurdî ya klasîk li herêma Bedlîsê faktorên herî girîng in. Di vê xebatê de 17 helbestvanên klasîk ên devera Bedlîsê hatine tesbîtkirin û ji aliyê serdem, koç, dever û mehsûlên edebî ve li ser wan helbestvanan nirxandineke giştî hatiye kirin.