Journals / Şarkiyat / 2023 / Cilt: 15 Sayı: 2

NIMÊJNAMEYEKE KURMANCÎ YA NIVÎSKAREKÎ MECHÛL Ê SERDEMA MÎREKTÎYAN

Hayrullah Acar(Mardin Artuklu University, Faculty of Letters, Mardin)0000-0001-5263-7765
Journal
Şarkiyat
Pages
701–717
Publication Date
2023-12-31
🏛️Bibliographic metadata and full text access for this article are provided via DergiPark.
DergiPark Record ↗
✨

AI Summary & Key Takeaways

AI Insight
⚡ TL;DR(Too Long; Didn't Read)

Di vê xebatê de metnê manzûmeya ku bi teşeya mesnewîyê hatîye nivîsîn û ji 67 beytan pêk hatiye bi vekolîneke kurt hatîye pêşkêşkirin.

📌 3 Key Takeaways

🎯
Objective & Hypothesis:Di edebiyatên klasik ên rojhilatê de cureyên edebî yên dînî, bi gelek berhemên ku hatine nivîsîn xwedî muktesebateke berfireh e.
📊
Key Findings & Data:Bi zimanê kurdî jî ji salên 1950 û vir de komek berhemên menzûm hatine nivîsîn.
💡
Conclusion & Impact:Di vê xebatê de metnê manzûmeya ku bi teşeya mesnewîyê hatîye nivîsîn û ji 67 beytan pêk hatiye bi vekolîneke kurt hatîye pêşkêşkirin.
🔬Design:Araştırma Makalesi
📍Scope:Comprehensive Sample
⚙️Variables:Edebiyata Kurdî ya Dînî · fiqihname · şurutu's-Salat

Özet

Di edebiyatên klasik ên rojhilatê de cureyên edebî yên dînî, bi gelek berhemên ku hatine nivîsîn xwedî muktesebateke berfireh e. Di nav van berheman de yên bi zanistên Îslamî re têkildar in cîyekî muhîm digirin. Di edebiyatên rojhilatê de, di cûreyên bi zanistên İslamî re têkildar de gelek berhemên menzûm jî hatine nivîsîn. Di nav van berheman de yên derheqê zanista eqaid (eqaidname) û zanista fiqhê (fiqihname) de hatine nivîsîn bi hecm û naveroka xwe diguherin. Ev berhemana li gora pêwistîyan, di mijarên bingehîn de bi naverokeke xulasekirî, ji bo ku bi hêsanî bên jiberkirin bi awayekî menzûm, bi zimanekî sade û bi uslubeke herikbar hatine nivîsîn. Ev cure berhem bi gelemperî di bin sernavê îlmêhalê de kom dibin. Ev cure berhem di zimanên erebî, farisî û tirkî de têra xwe hene. Bi zimanê kurdî jî ji salên 1950 û vir de komek berhemên menzûm hatine nivîsîn. Ji van menzûmeyan yên derheqê eqaidê de heta niha hindik jî be bala lêkolîneran kişandine, lêbelê di warê fiqihnameyên kurdî de gelek kêm xebat hatine kirin. Ev manzûmeya nimêjê ku texmînî di sedsala 18an de hatiye nivîsîn, li gor agahîyên berdest, kevintirîn fiqihnameya Kurdî dikare bê qebûlkirin. Manzûmeya bê sernav û nivîskarê wê ne dîyar, ji alîye me ve wek “Şurutu’s-Salat”ê hatiye binavkirin, di nav destxetên Zanîngeha Marburgê ya Berlînê de di nav mecmueyekê de parastî maye. Di vê xebatê de metnê manzûmeya ku bi teşeya mesnewîyê hatîye nivîsîn û ji 67 beytan pêk hatiye bi vekolîneke kurt hatîye pêşkêşkirin.

🔖

Cite This Article

Acar, H. (2023). NIMÊJNAMEYEKE KURMANCÎ YA NIVÎSKAREKÎ MECHÛL Ê SERDEMA MÎREKTÎYAN. Şarkiyat, Cilt: 15 Sayı: 2, 701–717. https://doi.org/10.26791/sarkiat.1314706

📄 Full Text PDF Viewer

📄

PDF görüntüleyici hazırlanıyor...

References (2)

  1. Acar, Hayrullah, “Fiqihnameyeke Menzûm di Edebiyata Kurdî de: Rîsaletu Sefînetu’l-Ekrad Îla Sebîli’r-Reşad/Sefîna Kurdan ji bo Ehlê Bajar û Gundan a Mela Ebdulcelîlê Botî”, e-Şarkiyat İlmi Araştırmalar Dergisi, Nisan 2016, cilt: 8, sayı 1(15), r. 376-435.
  2. Adak, Abdurrahman, Destpêka Edebiyata Kurdî ya Klasîk, Nûbihar, İstanbul, 2015, r. 115. Adak, Abdurrahman, “Di Edebiyata Kurdiya Klasîk de Cureyeke Edebî: Zanistên Îslamî”, Nûbihar, j. 132, Havîn 2015, r. 5-9.