Dergiler / The Journal of Mesopotamian Studies / 2017 / Cilt: 2 - Sayı: 1

Peyvrêzî Di Frazên Navdêrî De (Devoka Mêrdînê)

Sayfa
89–101
DOI
—

Özet

Frazên navdêrî hem bi awayekî pêşnavdêrî hem jî paşnavdêrî tên modîfiyekirin ku modîfiyekerên paşnavdêrî ji yên pêşnavdêrî gelekî komplekstir in. Di vê xebatê de modîfiyekerên pêşnavdêrî û paşnavdêrî ji aliyê peyvrêziya xwe ve hatine vekolan. Modîfiyekerên weke diyarker, çendîker, nîşander, rengdêr, temamker, frazên daçekî û risteyên peywendiyê, sereyan modîfiye dikin û di hin rewşan de peyvrêziya wan ji ber sedemên pragmatîk û fonksiyonî diguherin ku li ser vê guhertinê hêmanên weke prosodî, topîkalîte û fokûs tesîrdar in. Bi taybetî dema ku ji yekê zêdetir rengdêr û temamker sereyekê modîfiye dikin li gor rewşa topîkalîte û fokûsê, hiyerarşiyeke semantîk ava dikin ku pozîsyona nêzîkbûn û dûrbûna sereyê û guhertina peyvrêziyê yek ji stratejiya vê pêvajoyê ye. Ev rewşên peyvrêziya frazên navdêrî di vê xebatê de bi daneyên ji devoka Mêrdînê û bi perspektîfeke tîpolojîk hatine ravekirin.

Anahtar kelimeler: Fraza navdêrî, modîfiyeker, sere, devoka Mêrdînê, kurmanciya Mêrdînê, Noun phrases, Modifiers, Head noun, Mardin’s accent, Mardin’s Kurmanji