Dergiler / The Journal of Mesopotamian Studies / 2017 / Cilt: 2 - Sayı: 2

DESTNIVÎSÊN MEWLÛDA MELAYÊ BATEYÎ DI ARŞÎVA A. JABA DE: NASANDIN Û ANALÎZ

Sayfa
1–29
DOI
—

Abstract

Mewlûda Melayê Bateyî berhemeke girîng a edebiyata Kurdî ya klasîk e. Her çiqasji aliyê gelek dîsîplînên zanistên sosyal ve li ser Mewlûdê xebat dikarin bên kirin jîberî her tiştî, ji aliyê dîsîplîna destnivîsariyê ve divê xebat bên kirin û li ser esasênusxeyên destnivîs divê metneke durist û zanistî bê amadekirin. Nasandinanusxeyên destnivîs û analîza wan (nirxê nusxeyê, şecereya nusxeyan) di pêvajoyaamadekirina metna zanistî ya berhemê de du karên pêşî ne ku divê bên kirin. Diarşîva A. Jaba de sê nusxeyên Mewlûda Bateyî hene ku yek ji wan di nav hemûnusxeyên ku tên zanîn de ya herî kevin e. Heta niha yazdeh nusxeyên Mewlûdêyên ku di qonaxa berî Şerê Cîhanê yê Yekem de hatine istînsaxkirin, tên zanîn kusê heb ji van di arşîva A. Jaba de tên parastin. Di vê gotarê de ji aliyekî ve bihûrgilî ev her sê nusxe hatine nasandin û analîza wan hatiye kirin, ji aliyekî ve jîrola arşîva Jaba di parastina van nusxeyan de li ber çavan hatiye raxistin.