Dergiler / The Journal of Mesopotamian Studies / 2019 / Cilt: 4 - Sayı: 1

Evdirrehîm Rehmî Hekkarî û Berhemên Wî Yên Ji Bo Biçûk, Ciwan û Jinan

Evdirrehim Rehmi Hekkari and His Works for Children, Youth and Women

Sayfa
51–71
DOI
—

Özet

Evdirrehîm Rehmî Hekkarî, wek nivîskar û rewşenbîrekî tesîreke mezin li edebiyata Kurdî kiriye. Wî di gelek kovar û rojnameyên wek Jîn, Serbestî û Ehli Sünnetê de nivîs belav kirine. Ligel wê hêbetek kitêb jî li paş xwe hêlane. Rehmî Hekkarî zêdetir bi helbestên xwe yên Kurdî -yên ku di Jînê de belav bûne- û nivîsên xwe yên Ehli Sünnetê de weşiyane dihête nasîn. Lê ji ber ku berhemên wî hemû negeheştine ber destê xwendevanan gelek aliyên wî yên dî nehatîne zanîn. Ji wan yek a girîng ku em jî dê di vê gotarê de behsê jê bikin, nivîskariya wî ya derbarê zarok, ciwan û jinan de ye. Rehmî Hekkarî hem bi Kurdî hem jî bi Tirkî, gelek berhem ji bo biçûkan nivîsîne ku di nav wan de yên rasterast bo zarokên xwe nivîsîne gelek balkêş in. Lewra wî ji bo her çar zarokên xwe bi navê wan, çar berhemên cuda nivîsîne. Ji bilî wan, du berhemên dî yên Tirkî hene ku dîsa ji bo biçûkan nivîsîne. Dîsa hem di kovara Jînê de hem jî di Gaziya Welat-1ê de wî bang li zarokan kiriye. Helbet tabloyên kêşana lêkerên Kurdî ku bi kovara Jînê ji bo zarok û ciwanên Kurd hatine belavkirin jî di tarîxa edebiyata Kurdî de ciheke girîng digirit. Bi vî şiklî ew aliyên taybet yên Evdirrehîm Rehmî Hekkarî zêde nahên nasîn, em jî dê di vê gotarê de hewl bidin ku wan pêşkêş bikin da ew nivîskar zêdetir bête nasîn. Lê ji ber ku naverok û mijarên wan berheman berfireh in em dê di vê gotarê de tenê behsa berhemên Rehmî Hekkarî yên Kurdî bikin.

Abstract

Evdirrehim Rehmi Hekkari, as an author and intellectual, had a great influence on Kurdish literature. He has published his writings in several magazines and newspapers, such as Jin, Serbesti and Ehli Sunnet. He has also left a great number of books behind. Rehmi Hekkari is mostly known for his Kurdish poems that are published in Jin, and his writings in Ehli Sunnet. Due to the lack of information regarding all his works, many of his features remain unknown by the readers. One of the important ones, on which this research focuses, is his authorship about children, youth and women. Rehmi Hekkari has conducted many works, both in Kurdish and Turkish languages, for children and those which are written directly for his own children have very interesting side. Therefore, he has done for works for each of his four children. Apart from his own children, he also has two more works written in Turkish language dedicated to children. Also, in both magazines, Jin and Gaziya Welat, he has directly addressed to children. Indeed, the Kurdish word conjugation tables that are offered to Kurdish children and youth in Jin magazine have important place in the history of Kurdish literature. However, the special sides of Evdirrehim remain unknown, and in this regard, this work is aimed to introduce them so that this author gets more recognition. On the other hand, due to the wideness of context and subjects of these works, this research focuses only on Rehmi Hekari’s works that are written in Kurdish language.

Anahtar kelimeler: Evdirrehîm Rehmî Hekkarî, Rewşenbîrî, Edebiyata Zarokan, Ciwan