Dergiler / Nubihar Akademi / 2018 / Cilt: 3 - Sayı: 9
ÇEND AGAHÎ DERHEQ JIYANA FEQE REŞÎD Û SIRRU’L-MEHŞERA WÎ DE
- Dergi
- Nubihar Akademi
- Sayfa
- 117–130
- DOI
- —
Abstract
Feqe Reşîd yek ji zanayên Kurd e ku di dawiya sedsala 19emîn û di serê sedsala 20emîn de jiyaye. Beriya vê nivîsê derheqê jiyan, kesayetî û berhemên wî de di qada zanistê de tu tişt nedihat zanîn. Di vê gotarê de, em ê hewl bidin ku perdeya ser li ser jiyan, kesayetîya, Feqe Reşîd û berhemên wî rakin. Feqe Reşîd sê berhem nivîsîne. Yek ji van berhemên wî yên giranbuha Kitêba Sirru’l-Mehşer e ku heya niha kesekî bi temamî ev kitêb nedîtibû û serencama wê bi temamî nezanîbû. Dîsa em ê di vê gotarê de li ser serencama Sirru’l-Mehşerê bisekinin û ew beşê winda yê ku me dîtiye bidin nasîn.