Dergiler / Bingöl Üniversitesi Yaşayan Diller Enstitüsü Dergisi / 2016 / Cilt: 2 - Sayı: 4

Sê Tezên Mastera Kurdî Yên Ku Li Zanîngehên Tirkiyeyê Hatine Amadekirin -1-

Sayfa
126–133
DOI
—

Özet

Li Tirkiyeyê xebatên derbarê ziman û edebiyata kurdî yên akademik de bi beşên ziman û çanda kurdî dest pê kirin. Beşa ziman û çanda kurdî cara yekem li Tirkiyeyê di sala 2009an de bi biryara lijneya wezîran a Tirkiyeyê di binê enstîtuya zimanên zindî yên Tirkiyeyê de tevî beşa ziman û çanda suryanî û erebî li Zanîngeha Mardin Artukluyê vebû û di 2010an de dest bi perwerdehiya lîsansa bitez û bêtez kir. Herwiha enstîtûyên heman rengî li çend zanîngehên din jî vebûn û wan jî bernameya mastera kurdî damezrandin, meşandin û hê jî dimeşînin (Zanîngeha Bîngolê û Zanîngeha Yuzuncu Yıl ya Wanê). Li aliyekî din di hin zanîngehan de jî mastera kurdî di bin sîwana enstîtûya zanistên civakî de tête meşandin (Zanîngeha Muş Arparslan û Zanîngeha Dîcleyê ya Diyarbekir).

Anahtar kelimeler: tez, master, kurdî