Dergiler / Kadim Akademi SBD / 2017 / Cilt: 1 - Sayı: 1-2
Pirdengî di Romana Mîrname ya Jan Dost de
- Dergi
- Kadim Akademi SBD
- Sayfa
- 93–107
- DOI
- —
Özet
Teoriya pirdengiyê ya Mîxaîl Mîxaîlovîç Baxtîn (1895-1975) di teoriya romanê de cihekî giring digire. Pirdengî têkildarî serbixwetiya lehengan e di romanê de; di romaneke pirdeng de leheng ne objeya nivîskêr in, subjeyên gotara xwe ne û tevî nerîn û îdeolojiya xwe di romanê de cih digirin û bi vî awayî otorîteya nivîskarî lawaz dibe. Di vê xebatê de bi amraza vê çemkê hat vekolîn bê di romana Jan Dost Mîrnameyê de leheng çawa ligel cîhana xwe û nerîna xwe ya li cîhanê hatine nimandin û roman çendî vekirî ye.