Dergiler / Folklor u Ziman / 2021 / Cilt: 2 - Sayı: 1

COGNITIVE AND LINGUISTIC DEVELOPMENT IN EARLY CHILDHOOD

Sayfa
97–115
DOI
—

Abstract

Geşedana zimanî û hişî ji zayîna mirovan dest pê dike, berî mirina wan jî dewam dike. Di navbera ziman û hişî da têkilîyeka pir xurt heye. Her du hêman jî di bin bandora hevûdin da dimînin û rê li ber pêşveçûna hevûdin vedikin. Çawa ku rê li ber pêşveçûna hevûdin vedikin, dibe ku rê li ber pêşveçûna hevûdin jî bigirin. Geşedena hiş û zimanî ji destpêkê heta dawîya temenê mirovan dewam dike lê yek ji serdemên herî giring jî serdema zaroktîya pêşî ye. Zaroktîya pêşî ji alîyê geşedana zimanî û hişî ve serdemeka giring e. Ji ber ku zarok di vê heyamê da bi hiş û zimanê xwe zêdetir tev li jîyanê dibe, bêguman bandora wê jî gelekî zêde çêdibe. Me jî bi vê xebatê hewil da ku geşedana zimanî û hişî ya di zaroktîya pêşî da pêk dihê, analîz bikin.