Dergiler / Kurdiname / 2020 / Sayı: 3

RÊBERA RASTNİVÎSÎNÊ KOMXEBATA KURMANCÎYÊ (Nirxandina Pirtûkan)

RÊBERA RASTNİVÎSÎNÊ KOMXEBATA KURMANCÎYÊ (Book Review)

Sayfa
138–142
DOI
—

Abstract

Destpêk: Nivîs, bi alîkarîya hin herf, teşe û şeklan, di çarçoveya hin rêzikên dîyarkirî da, bilêvkirin û qeydkirina fikir, raman, gotin û peyvan e. Nivîs yek ji rêyên heri giring e ji bo parastina forma ziman. Bi giştî ji bo rê û rêbaz, rêzik û qaîdeyên ku ji bo nivîsînê hatine dîyarkirin ra “rêzikên nivîsînê” tê gotin. Ji bo berhemên ku hem rêzikên nivîsînê û hem jî yên rastnivîsînê dihewîne ra jî îfadeya “rêbara rastnivîsînê” hatiye emilandin. Ev rêber, ji bo yekitî û standartkirina zamên navgîna herî bihêz e. Ji ber ehemîyeta vê mijarê, li gelek dewletan, ev kar ji alîyê dezgehên fermî ve tên kirin û ji bo van karan, ji zimannas, wêjenas û perwerdekaran gelek pispor, mitexesis û rewşenbîr tên tayînkirin. Sazîyên fermî vî zimanî bi kar tînin. Zanyar û rewşenbîr bi vî zimanî dinivîsin, perwerde bi vî zimanî tê kirin.