Dergiler / Kurdiname / 2019 / Sayı: 1
VEGÊRANA WELATPERWERÎYÊ Û FÊHMA ZIMAN DI HELBESTA ŞIKOYÊ HESEN DE
- Dergi
- Kurdiname
- Sayı
- 2019 · Sayı: 1
- Sayfa
- 61–69
- DOI
- —
Özet
Şikoyê Hesen, kurdekî êzîdî û yek ji helbestvanên qonaxa Kafqasyayê ye. Bi navê “Qalçîçek”, “Tembûra Kurda”, “Meremê Dilê Kurd” sê berhemên wî yên helbestan hene. Di gelek helbestên Şikoyê Hesen de welatperwerî derdikeve pêş û helbestvan hest û nêrînên xwe yên di vî warî de bi vegêranekê di nav helbestên xwe de hunandine. Herwiha fêhm û hişmendîya ziman jî bûye temayeke sereke di helbestên Şiko de. Mijara vê xebatê vegêrana welatperwerîyê û fêhma ziman di helbesta Şikoyê Hesen de ye. Pêşî derbarê jîyana Şikoyê Hesen de agahî hatine dayîn û navên berhemên wî yên ku heta niha hatine weşandin, hatine nivîsandin. Herwiha di helbestên Şikoyê Hesen de vegêranên ku hest û vegotinên welatperwerîyê di wan de derdikevin pêş, hatine tesbîtkirin û şîrovekirin. Piştre helbestên Şikoyê Hesen ku di wan de fêhm û hişmendîya ziman derketiye pêş hatine tesbîtkirin û şîrovekirin. Ev xebat li ser du berhemên Şikoyê Hesen hatiye kirin. Yek jê berhema bi navê “Tembûra Kurda”, ya din a bi navê “Payîz û Ba” ye.