Dergiler / Kurdiname / 2020 / Sayı: 2

ERGATÎVÎ DI KURDIYA KURMANCÎ DE Û REWŞÊN AWARTE YÊN ERGATÎVIYA KURMANCÎ

ERGATIVITY IN KURMANJI KURDISH AND DEVIATIONS FROM THE CANONICAL PATTERN

Sayfa
70–86
DOI
—

Özet

Mijara vê xebatê ergatîviya kurdiya kurmancî û hin rewşên awarte yên ergatîviya vî zimanî ye. Ergatîvî diyardeyeke rêzimanî ye ku tevî ku di serê sedsala 20an de di qada zimannasiyê de cihê xwe girtiye hê jî tê nîqaşkirin. Li gorî Dîxon (1994) tenê bi qasî çarêka hemû zimanan avahiya ergatîvî dihundirînin. Lê li gorî Kareem (2016) di nav van zimanan de yek jî tune ye ku bi her alî û awayên xwe ve ergatîviyeke safî û xwerû bihundirîne. Lêbelê gişt di nav xwe de taybetiyên ergatîv û akûzatîv bi hev re dihewînîn û ergatîviya her yekê jî ji hev cûda ye. Herwiha digel ku biyaniyan, her wekî Bynon (1979), bi dehan salan berî rêzimannasên kurdan behsa ergatîviya kurmancî kirine jî têgiha ergatîv hema bêje nuh ketiye pirtûkên rêzimana kurdî. Her çiqas ev mijar di kurdiya nivîskî de rûniştibe jî, taybetmendî û rewşên awarte yên ergatîviya kurmancî hê jî bi temamî nehatîne zelalkirin û di nivîsên gelek kesan de, hin nivîskar û zimannas jî di nav de, şaşiyên ergatîviyê berbiçav in. Di vê gotarê de jî me hewl da ku em hin rewşên awarte yên ergatîviya kurmancî nîşanî xwîneran bidin.

Abstract

Ergativity is a grammatical pattern used in linguistics since the beginning of the 20th century and hasstill been under discussion. This study deals with the ergativity in Kurmanji Kurdish and deviations from thecanonical pattern. Dixon (1994: 2) claims that almost a quarter of the languages spoken around the worldhighlight ergativity however according to Kareem (2016: 91) not even one of them is morphologically andsyntactically purely ergative but instead all of them show both ergative and accusative features. Kurmanji Kurdish is a good example of this case. Because it is ergative with transitive verbs in past tenses but it hasaccusative alignment in present tenses and all intransitive verbs. Whereas Bynon (1979) studied ergativity in Kurmanji Kurdish and used the term ‘’ergative’’ for thislanguage, it took more than two decades for Kurdish grammarians to use the term. Since then this ergativeconstruction and its basic rules have been displayed in Kurdish grammar books. However all features of theergativity in Kurmanji Kurdish and deviations from the canonical pattern have not been completely revealed inKurdish grammar books. Therefore in this study deviations from the canonical ergativity pattern in KurmanjiKurdish are dealt with and several samples are uncovered.

Anahtar kelimeler: Ergativ, Ergativi, Kurdi, Kurmanci, Dema Bori, Gerguhez