Dergiler / Bingöl Üniversitesi Yaşayan Diller Enstitüsü Dergisi / 2023 / Cilt: 9 Sayı: 18

Melaye Ciziri Divanında Halk, Ülke ve Şehirler

Sayfa
47–63

Özet

Edebiyat, ji aliyê pêşketinê ve neynika gelan e. Remz û îşaretên çand û medeniyeta gelan di nêv cihana edebiyatê de cih digirin. Di edebiyata klasîk da, vê wezîfeyê, herî zêde dîwan bi kar tînin û ji ber vê yekê, yek ji wan keresteyên girîng yê edebiyata klasîk dîwan in. Nîşanên destkeftiyên maddî û me’newî yên çand û medeniyetekî di wan dîwanan da mewcûd in. Dîwana Melayê Cizîrî jî, yek ji wan dîwanan e ku nîşaneyên asta pêşketina edebiyatê û nimuneyên destkeftinê yên dewlemendiya çand û medeniyeta Kurdan, di nêv dîwana Cizîrî da, dikarin bêne dîtin. Dîwana Melayê Cizîrî hem ji ber asta xwe ya edebî hem huner û mahareta Melayî û hem jî ji aliyê dewlemendiya naveroka xwe ve layîqê gelek lêkolînan e. Dema em li naveroka Dîwanê dinêrin têgeh û termînolojiya bikarhatî, nav, kes û cihên Dîwanê sehayeke firawan ya lêkolînê datîne ber me. Ji ber van hokarên navhatî, ev xebat, di Dîwana Melayê Cizîrî de li qewm, welat û bajaran digere û berî dide giringiya van navan û cihê wan yê di edebiyata klasik de. Herwiha keşfa wateya van navan ya mecazî û temsîlî di Dîwana Melayî de armanceke din ya vê nivîsarê ye.

Anahtar kelimeler: Melayê Cizîrî, Dîwan, Edebiyata Tesewwifê, Çavkaniyên Hizrî yên Dîwana Melayê Cizîrî