Dergiler / Bingöl Üniversitesi Yaşayan Diller Enstitüsü Dergisi / 2025 / Cilt: 11 Sayı: 21
Bedewiya xwezayê di gazelê "Ez pê min nema sebr û qarar" ya Elî Herirî de
- Sayfa
- 61–72
- DOI
- —
Özet
Elî Herîrî yek ji helbestvanên klasîk ên navdar ên edebiyata rastîn a kurdî ye. Bi her ku edebiyata irfanê di hemû aliyên edebiyê wî de xweş daxe, di helbestên wî de mijara evîn û taybetmendiyên wê bi awayekî gelek zelal û diyar hatine xuyang kirin. Helbesta wî dikare wekî şêwazek were temaşe kirin ji bo şaredar bûnê bedewiya xwezayê ya Kurdistanê, ku bi rêya wêne, nîşan û xeyal di helbestên wî de hatî nîşandan. Ev lêkolîn hewl dide ronakî bidê ser van helbestan ku helbestvan di her du qada marîfetî û irfanî de bi hev ve girêdayî ye û bi şêwazek rastîstî amace dide bedewiya xwezayê ya xweşik û xwezayî, yên ku dilê mirovan digrin û wan şad dikin. Ji bo nasînê vê bedewiya xwezayî di helbestên helbestvanê de, metodê şikarek (analîtîk) hatiye şopandin. Naveroka vê lêkolînê ji du beşên sereke pêk tê: Beşa Yekem – Bi şêwazek teorîk gotin tê ser pênaseya bedewî û xwezayê, ji aliyê zimanî û zaravayî ve, û bedewiya xwezayê li hember mirovan û fêdeyên wî hatine şîrove kirin. Beşa Duyem – Bi şêwazek pratîk gotin tê ser bedewiya tiştên zindî û ne-zindî di xwezayê de. Di dawiya nivîsandina vê lêkolînê de girîngtirîn encam û listeya çavkanî hatine pêşkêş kirin.