Dergiler / Bingöl Üniversitesi Yaşayan Diller Enstitüsü Dergisi / 2024 / Cilt: 10 Sayı: 19

YEKEMÎN ÎNCÎLA KURDIYA KURMANCÎ Û HIN TAYBETMENDIYÊN WÊ

Sayfa
16–31
Yayın Tarihi
2024-06-29
🏛️Bu makalenin bibliyografik verileri ve tam metin bağlantısı DergiPark üzerinden sağlanmıştır.
DergiPark Kaydı ↗
✨

Yapay Zeka Hızlı Bakış & Çıkarımlar

AI Insight
⚡ TL;DR(1 Cümlede Hızlı Çıkarım)

Xeyn ji vê yekê di derbarê naveroka berhemên din ên ku bi herfên ermenîkî hatine nivîsandin de û li ser mentiqê lîteratûra kurdî ya ku bi alfabeya ermenîkî hatiye sazkirin û li ser sedema pêwîstiya metnên bi vî şiklî agahî hatiye dayîn û şirove hatiye kirin.

📌 3 Maddede Bu Makale

🎯
Amaç & Hipotez:Încîl, ji aliyê bawermendên xwe ve wekî metneke pîroz tê qebûlkirin.
📊
Temel Bulgular & Veri:Ev xebat li ser wergera Încîlê ya ewil ya bêkêmasî hatiye kirin û hin taybetmendiyên zimanî yên ku di nusxeya tam a sala 1872yan de tên dîtin hatine nirxandin.
💡
Sonuç & Katkı:Xeyn ji vê yekê di derbarê naveroka berhemên din ên ku bi herfên ermenîkî hatine nivîsandin de û li ser mentiqê lîteratûra kurdî ya ku bi alfabeya ermenîkî hatiye sazkirin û li ser sedema pêwîstiya metnên bi vî şiklî agahî hatiye dayîn û şirove hatiye kirin.
🔬Tür:Text.Serial.Journal
📍Kapsam:Genişletilmiş Akademik Örneklem
⚙️Değişkenler:İncil · Tercüme · Kurmancî

Özet

Încîl, ji aliyê bawermendên xwe ve wekî metneke pîroz tê qebûlkirin. Bi vê taybetiya xwe hertim bûye bingeha mîsyona teblîxê ya belavker û herwiha ji mêj ve li gelek zimanên cîhanê hatiye tercumekirin. Hin ziman cara ewil bi wergera Încîlê bûne zimanekî nivîskî û di hin zimanan de herçiqas berê berhemên menzûm hebin jî pexşanên pêşîn bi saya wergera metnên pîroz peyda bûne. Tradîsyon û pêvajoya pêşveçûnê ya wergerên Încîlê di her zimanekî de cuda ne û tevkarî, bandor, nîqaş û reaksiyonên curbicur li hemberî wan, mijarên hêjayî lêkolînê ne. Xeyn ji vê perspektîfa dîrokî û teolojîk, tê dîtin ku ji ber ku Încîl metneke bihecm e, di nav xwe de gelek malzemeyên zimanî dihewîne. Ev taybetî dikare ji bo lêkolînên zimannasiyê jî bibe bingeh. Lewra dengnasî, hevoksazî, watesazî, ferhengnasî, wergernasî û gelek qadên din ên lînguîstîkê dikarin li ser metna behskirî usûlên xwe yên taybet tetbîq bikin. Ev xebat li ser wergera Încîlê ya ewil ya bêkêmasî hatiye kirin û hin taybetmendiyên zimanî yên ku di nusxeya tam a sala 1872yan de tên dîtin hatine nirxandin. Taybetîyên vê berhemê bêyî ku li gorî pîvanên îroyîn ên rêzimana standart bên nirxandin, li gor dewr û konteksa xwe ya xusûsî hatine pêşkêşkirin. Xeyn ji vê yekê di derbarê naveroka berhemên din ên ku bi herfên ermenîkî hatine nivîsandin de û li ser mentiqê lîteratûra kurdî ya ku bi alfabeya ermenîkî hatiye sazkirin û li ser sedema pêwîstiya metnên bi vî şiklî agahî hatiye dayîn û şirove hatiye kirin.

🔖

Bu Makaleye Atıf Yap

Sayım, İ., Ertekin, M. Z. (2024). YEKEMÎN ÎNCÎLA KURDIYA KURMANCÎ Û HIN TAYBETMENDIYÊN WÊ. Bingöl Üniversitesi Yaşayan Diller Enstitüsü Dergisi, Cilt: 10 Sayı: 19, 16–31. https://doi.org/10.56491/buydd.1413575

📄 Tam Metin PDF Okuyucu

📄

PDF görüntüleyici hazırlanıyor...

Kaynakça (5)

  1. __ (1856), Încîlê Xodêê Me Îsa El Mesîhê Nivisandin Bi Destê Madteos, Çapxane: A. P. Çirçîl, Istambûl. __ (1857), Încîl Xodêê Me Îsa El Mesîhê Nivisandin Bi Destê Madteos Markos Lukas û Hanna, Çapxane: Kayol, Istambûl. __ (1868), Tasakîrkê Kurmancî, Amerîgatsî Dedragî Ingerutyan, Nor York. __ (1872), Peymanê No Ê Xoîyê Me Îsa El Mesîh, Çapxane: A. H. Boyacyan, Isdambol. __ (1891), Încîla Rabbê Meî Hîsus Krîsdos Ko Madteos Nvîsî, Çapxane: A. H. Boyacyan, Stambol. __ (1911) ‘Emelê Resûla, Çapxane: A. H. Boyacyan, Stambol. __ (1911) Încîla Rabbê Meî Hîsus Krîsdos Ko Hovhannes Nvîsî, Çapxane: A. H. Boyacyan, Stambol. __ (1911) Încîla Rabbê Meî Hîsus Krîsdos Ko Margos Nvîsî, Çapxane: A. H. Boyacyan, Stambol. __ (1911) Încîla Rabbê Meî Hîsus Krîsdos Ko Ẍugas Nvîsî, Çapxane: A. H. Boyacyan, Stambol. __ (1911), Peymana Nû Mızginıya İsa Mesih (İncil), Bı Kurdi (Devok A Kurmanci), Wergêr: Seidê Dewrêş, Resûlê Qereqoçani, Gute Botschaft Verlag, Dillenburg, Germany. __ (2005), Încîl Mizgînî, Kitab-ı Mukaddes Şirketi, İstanbul. __ (2011) Kitêba Pîroz, Derketin 19: 3-6, Wergêr: Said Alpaslan (Seîdê Dewrêş), Resul Yıldırım (Resûlê Qereqoçanî), Komela Hêvî û Jiyanê, Biefeld, Germany. Açar, Zafer (2022), Sosyolînguîstîk Hin Têgehên Serekî û Sehayên Xebatê Yên Vê Zanistê, Rêzegotarên Zimannasiya Kurdî, Destpêk û Têgehên Sereke, Peywend, Van. Ayaydın, Cebe - Günil, Özlem (2009) 19. Yüzyılda Osmanlı Toplumu Ve Basılı Türkçe Edebiyat: Etkileşimler, Değişimler, Çeşitlilik, Doktora Tezi, Türk Edebiyatı Bölümü Bilkent Üniversitesi,
  2. Ankara. del Castillo, Jesús Martínez (2013),
  3. Semantics and Lexicology, Almería. Dîkranyan Migirdîç (1860), Ayppenaran Kürderen Yev Hayeren Alîfbecuz Kurmancî û Armenî, Gostantnubolîs. Dîkranyan Migirdîç (1861), Ayppenaran Kürderen Yev Hayeren Alîfbecuz Kurmancî û Armenî, Gostantnubolîs. Filson, Floyd V. (1948), How Much of the New Testament Is Poetry?, Mccormick Theological Seminary, Journal of Biblical Literature, Vol. 67, No. 2, Jun. Hinkel, Eli (?), Descriptive versus Prescriptive Grammar, TESOL Encyclopedia of English Language Teaching, Seattle Pacific University. Karjagdiu, Lirak - Mrasori, Naser (2021), The Role of Literary Translation in the Development and Enrichment of National Literature, Journal of Language and Linguistic Studies, 17(4), 2332-2345.
  4. Nort, M. Eric (1938),
  5. The Book of a Thousand Tongues, The American Bible Society New York. Rzepka, Marcin (2009), Protestants among Kurds and some problems of translations of the Bible into Kurdis