Journals / Nubihar Akademi / 2018 / Cilt: 3 - Sayı: 9

Mela Ebdullahê Kotalî û Helbestên Wî Yên Kurmancî

Pages
84–102
DOI
—

Abstract

Mela EbdullahêKotalî, bi eslê xwe ji gundê Karaköy girêdayî bi Gimgima (Varto) Mûşê va ye, kesayetekî îlmî ye û gelek berhem nivîsandine û tesîrek mezin li medreseyên Kurdan kiriye. Ew, ji alîyekî dî va kesayetekî edebî ye û wî bi Erebî, Farisî û Kurdî berhemên edebî yên menzûm jî dane. Berhemên wî yên Kurdî ku menzûm in Kîtabu’l-luġetî’t-Turkîyye we’l-Kurdîyye ye. Lê ji xeynî vê berhema menzûm helbestên wî jî bi Erebî, Farisî û Kurmancî hene û heta niha weke destxetan mane. Di mecmu‘eyek destxet da ya ku li ber destê me ye da gelek helbestên bi Erebî û Farisî yên Mela Ebdullah û 5 helbestênwî yên Kurdî ya Kurmancî cih digrin. Mecmû‘e destxetaMela Ebdullah bi xwe ye a niha li cem kurê wî Mela Asim e. Mexlesa Mela Ebdullah ya ku di van helbestan da xebitandiye “Ebdullah” e. Ev gotar li ser danasîn û weşandina helbestênMela Ebdullah yên Kurmancî radiweste.