Journals / Nubihar Akademi / 2019 / Cilt: 4 - Sayı: 11

Têkalizbûna Ramanên Têgehiştinê di Helbesta (Mîrê Meclis) ya Ehmedê Xanî de

Pages
69–91
DOI
—

Abstract

Puxte: Di derbirrînên rohin û zelal de têgehiştin dirist dibe, ku ew jî binemaya zimanê‌ asayiye. Lê‌ dema axaftin bi rewanbêjî dihêne derbirrîn, ew firemana dibin û di ramanên hemecor de dihêne ravekirin. Proseya têgehiştinê‌ derbazî sinorê‌ tînegehiştinê‌ dibe. Ewê‌ tênegehiştinê‌ dû corên helçûnan lê‌ derdiçin: helçûnên erênî, ku hevbendî bi hunerî ve heye û boçûnên ciyawaz dirist dibin. Helçûnên nerênî jî ku hevbendî bi qeyranên civakî ـ siyasî ve heye. Di herdû haletan de, tênegehiştin û xwetênegehandin û têknegehiştin dirstdibin. Di encam de reftareka neçaverêkirî jê‌ dirst dibe û giftugoyên wan jî laseng dike. Bi teşenekirina ewê‌ lasengiyê‌ arîşe mezin dibin. Hestkirin bi hebûna her arîşeyekê‌, karekê‌ statîkîye. Hizirkirin jibo vedîtina rêgeçareyên wê‌, boçûnên felsefî heldigirît. Her hewildanek jibo nehêlana wê‌ têkalzbûnê‌ jî kiryareka perwerdeyiye. Di evê‌ vekolînê‌ de, hewla selmandina ewê‌ rastiyê‌ hatiyedan, ku Xanî şiyaye di helbesta xwe ya bi navunîşanê‌ (mîrê meclis) de, ewan her sê‌ layenan lêkbideteve û nepeniyên ewê‌ têkalizbûnê‌ jî verevînteve.