Journals / Bingöl Üniversitesi Yaşayan Diller Enstitüsü Dergisi / 2016 / Cilt: 2 - Sayı: 4

Risteyên Peywendiyê û Peyvrêziya Wan (Devoka Mêrdînê)

Pages
22–45
DOI
—

Özet

Di kurmancî de navdêr hem bi awayekî pêşnavdêrî hem jî paşnavdêrî tên modîfiyekirin. Ligel rengdêr, temamker, çendîker û frazên daçekî risteyên peywendiyê jî bi awayekî paşnavdêrî navdêran modîfiye dikin û ji ber ku risteyên peywendiyê gelek taybetiyên risteyeke resen di xwe dihewînin, rewşa wan bêtir komplîke ye. Bi taybetî dema ku di risteyên peywendiyê de dercihî û navdêrandin pêk tê, peyvrêziya wan jî diguhere û li gor rewşa fokûs, promosyon û demosyonê hin formên nû peyda dibin. Risteyên peywendiyê û ev rewşên peyvrêziya frazên navdêrî di vê xebatê de bi daneyên ji devoka Mêrdînê û bi perspektîfeke tîpolojîk hatine vekolan.

Keywords: Fraza navdêrî, risteyên peywendiyê, modîfiyeker, sere, devoka Mêrdînê