Journals / Kadim Akademi SBD / 2018 / Cilt: 2 - Sayı: 1
BIKARANÎNA RENGDÊRÊN KURMANCÎ DI HELBESTÊN MELAYÊ CIZÎRÎ DE
- Journal
- Kadim Akademi SBD
- Pages
- 81–89
- DOI
- —
Özet
Kurte Helbestên Melayê Cizîrî wekî tên zanîn him ji aliyê wateyê ve him jî ji aliyê bikaranîna zimên ve gelek bi hêz in. Loma armanca vê gotarê, nîşandayîna bikaranîna zimên e ku ev jî bi hilbijartina peyvên rengrdêran e. Rengdêr wekî tên zanîn maneya peyvan di pênasekirinê de bi awayekî zelal û bi bandoreke berfireh dide vegotin. Di analîza 75 heb helbestên di dîwanê de, tiştên girîng di warê rêziman, peyvsazî û wateyê de hatine nirxandin û nêrinek giştî hatîye bidestxistin û şîrovekirin. Ji bona piştrastkirina binbeşan, herî kêm 2 yan jî 3 mînak hatine hilbijartin û dayîn. Wekî encam, mirov dikare bi rehetî îddîa bike ku bikaranîna rengdêran bandora helbestan rengîntir kiriye û tahmek jêneger daye xwendevanên helbestan.