Journals / Bingöl Üniversitesi Yaşayan Diller Enstitüsü Dergisi / 2025 / Cilt: 11 Sayı: 22

Ji Layê Şikl û Naverokê ve Nirxandinek li ser Mîrata Edebî ya Mela ‘Arifê Dêrsilavî

Pages
6–18

Özet

Bê guman di nava rûpelên dîroka hemû neteweyan de şa‘ir, edip û nazimên wendabûyî û derneketine holê dê hebin. Dem dem di edebiyata Tirkî, Kurdî û Farsî de derketina berhem û nivîskarên bi vî rengî vê nêrînê di çespîne. Mebesta vê xebatê danasîna berhem û jiyana Mela ‘Arifê Dêrsilavî ye ku hetanî neha ji teref camî‘eya edebiyatê ve nehatiye nasîn. Mela ‘Arif, tevî berhemên menzûm yên ‘ilmî û edebî, bi şa‘irtiya xwe jî derdikeve pêş. Lêbelê hetanî roja me danasîna berhemên wî ne hatine kirin û nebûne mijarên lêkolînên edebî. Ev xebat, piştî destpêkeke kurt bi kurtejiyana nivîskarî didome. Piştre berhemên Mela ‘Arif ji layê şikl û naverokê ve hatin nirxandin ku mijara eslî ya vê xebatê ye. Em gihaştin vê encamê ku Mela ‘Arif bi berhemên xwe di edebiyata Kurdî de kesayetekî girîng e û şayesteye ku li ser berhemên wî dahûrandinên edebî yên kûr û hûr werin kirin.

Keywords: Edebiyat, Edebiyata Kurdî ya Klasîk, Menzûme, Yûsif û Zuleyxa, Hezretî ‘Îsa, Fiqha Menzûm, Biyografî, Mela ‘Arifê Dêrsilavî.